Amîda Kurdî - Çend demjimêr beriya belavkirina fermana serokkomariyê ya ji bo erke Mezlûm Ebdî, Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî di bernameya xwendinê ya dibistanên fermî û taybet de bi cih kir.

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Ebdurehman Tirko amaje bi Biryarnameya Hejmar 13an a sala 2026an kir û anî ziman, ''ev biryar parastina mafên zimanî û çandî û bihêzkirina cihêrengiya li Sûriyeyê ye."

Li gorî biryara nû, xwendina zimanê Kurdî li wan deverên ku "nifûsa Kurdan lê zêde ye" dê were xwendin.
Şîrove