Krîza Hurmizê: Petrol biha bû

Dîroka Weşanê: Google News
Krîza Hurmizê: Petrol biha bû

Bihayê petrolê roja înê di asta herî bilind a salên dawî de hate firotin.


Kaynak: Rudaw

AMÎDA KURDÎ - Bihayê petrola Brent a Deryaya Bakur bi rêjeya ji sedî 4,22yan bilind bû û bermîla wê bi 112,57 dolaran hate firotin.

Ev yek asta herî bilind a bihayê petrola brent e ji tîrmeha 2022yan ve (piştî êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê).

Serokê Amerîkayê li ser medyaya civakî ragihandibû ku dan û standinên bi Îranê re "gelekî baş diçin."

Trump her wiha got wî ferman daye ku êrişên li ser binesaziya enerjiyê ya Îranê heta 6ê Nîsanê werin sekinandin. Îranê heta niha li ser van daxuyaniyan tiştek negotiye.

Li aliyê din, li gorî jêderên çavdêriya deryayî, du keştiyên petrolê yên şirketa Çînî xwestine di Tengava Hurmizê re derbas bibin lê hatine vegerandin.

Her çi qas Supaya Pasdaran berê gotibû keştiyên welatên dost dikarin derbas bibin jî, vegerandina keştiyên Çînî nîşan dide ku hat û çûna di tengavê de hîn jî sînordar e.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove