Krîza alê heta Amedê hat: Polîs çûn mala Diagne

Dîroka Weşanê: Google News
Krîza alê heta Amedê hat: Polîs çûn mala Diagne

Polîs çûn mala futbolîstê Amedsporê Mbaye Diagne ku alayek Senegalê li balkona xwe daliqandibû. Lê piştî ku fêm kir ku ew al ne ala PKKê ye vegeriyan.

Krîza alê ya li ser futbolîstê Senegalî yê yaneya Amedsporê Mbaye Diagne ji Îdirê destpê kiribû û heta Amedê ew kriz hat. Diagne ji bo pîrozkirina şampiyoniya Amedsporê ala Senegalê li balkona xwe daliqand. Rengên zer, sor û kesk ên alê, digel stêrka li navendê, bûn sedem ku polis biçin mala Diagne.

Serokê Amedsporê Nahît Eren, di bernameya YouTubeê ya AMED TELE2yê de axivî û diyar kir ku polîs hatine mala Diagne û ev agahî da:

"Polîs ji ber alaya ku wî li balkona xwe daliqandibû çûn mala Diagne. Ew matmayî ma. Wî agahî da karmendên klûba me. Ez nizanim belkî kesekî şikayet kiribe. Lê dema ku polîsan dît ku ala li mala Diagne ala Senegalî ye, ew vegeriyan e."

Krîzek wisa li Îdirê jî çêbibû

Di maça Amedsporê ya li Îdirê de ji ber ala Senegalê krîzek wisa derketibû. Serokê Polîsan a Parêzgeha Îdirê ala Senegalê wek ku ala PKKê ye fêm kiribû û ew jî bibû sedema aloziyê.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove