Amîda Kurdî – Li gorî agahiyan, Koordînatorê MaMusicê Şêrko Kanîwar piştî ku wesayîta wî li navçeya Çinarê hate sekinandin, hate binçavkirin. Bûyer dema ku ew ji Amedê ber bi navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ve diçû qewimî.

Herçend hêj nayê zanîn ka derbarê Kanîwar de lêpirsînek heye yan na, lê hatiye ragihandin ku binçavkirin piştî dayîna îfadeya wî li qereqola polîsan pêk hatiye.

Şêrko Kanîwar kî ye?
Şêrko Kanîwar, muzîsyen, mamoste û xebatkarê qada çand û hunerê ye ku bi taybetî di warê muzîka kurdî, perwerdehiya muzîkê û xebatên bi zarokan re de dixebite.
Kanîwar di sala 1981’an li Qoser a Mêrdînê ji dayik bûye. Wî di sala 1995an de bi fêrîbûna bağlamayê dest bi muzîkê kiriye. Di salên zanîngehê de bi def û erbane re jî hatiye naskirin û xebatên xwe yên muzîkê berfireh kiriye.
Di navbera salên 2000 û 2005an de li Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê di beşa matematîkê de xwendiye. Piştre ji sala 2006an û vir ve, bi taybetî di xebatên muzîkê yên bi zarokan re de cih girtiye. Di vê çarçoveyê de di projeyên wek Orkestraya Rîtma Xwezayî de jî xebitiye.
Şêrko Kanîwar di Konservatuara Aram Tigran de wek mamoste û rêvebirê Muzîka Kevneşopî ya Kurdî kar kiriye. Piştre di MaMusicê de wek koordînator û mamoste xebatên xwe domandiye.
Şîrove