'Konferansa Îslama Demokratîk' dê li Amedê were lidarxistin

Dîroka Weşanê: Google News
'Konferansa Îslama Demokratîk' dê li Amedê were lidarxistin

Hevseroka MÎA-FEDê Perva Înal derbarê konferansa du rojî ya ku dê vê dawiya hefteyê li Amedê were lidarxistin de got, "Aştî di Îslamê de bingehîn e. Her yek ji me berpirsiyar e ku erdnîgariya ku em lê ne bike qadeke aştî û ewlehiyê."

AMÎDA KURDÎ - Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) dê di 20-21ê Hezîranê de 3yemîn konferansa xwe ya mezin bi şîara "Îslama Demokratîk: Samîmiyet di baweriyê de, azadî di civakê de" li dar bixe.

Konferansa ku dê li Amedê were lidarxistin, dê li ser gelek mijaran, di nav de "Zayîn, belavbûn û daketina îslama siyasî", "Ji nû ve avakirina têkiliyên Tirk û Kurdan li ser bingeheke demokratîk", "Aştî û civaka demokratîk di ronahiya peymana Medîneyê de", û "Îslam û jin" rûniştinan dihewîne.

Konferans dê li ser jinan û ruhê têkoşînê di Îslamê de be

Perva Înal diyar kir ku armanca konferansê ew e ku li ser bingeha Îslamê û daxwazên wê nîqaş bên kirin û got, "Mijara me ya sereke bawerî, edalet û azadî ye. Em ê li ser jinan û rihê têkoşînê di Îslamê de jî bisekinin. Em jin jî amade ne. Em li ayetên ku ji hêla Xwedê ve hatine şandin dinêrin. Jin û mêr bi heman rengî berpirsiyar in."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove