AMÎDA KURDÎ - Komîsyona pêvajoyê di bin serokatiya Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş de civîna xwe ya çaremîn li dar xist. Civîn 3 saet û 15 deqîqe domiya. li ser pêşnivîsa nivîsê lihevkirinek çêbû. Cîgirê Serokê MHPê Feti Yıldız diyar kir ku li ser pêşnivîsa nivîsê lihevkirinek çêbûye. Wî îşaret kir ku rapor dê "mafê hêviyê" jî di nav xwe de bigire.
'Ew ê bi lihevhatinê bi dawî bibe'
Feti Yildiz: "Em ê dîsa li serê bixebitin, û dûv re em ê biqedînin. Em ketin nav her hûrgiliyê, lê lihevkirinek heye. Qanûnek pêvajoyê heye. Bi îzna Xwedê, ew ê bi awayeke lihevhatî bi dawî bibe. Mijar jixwe zelal in.
'Em ji destpêkê ve ye mafê hêviyê tînin ziman’
Yıldız: ‘’Mafê hêviyê mafek e ku em ji destpêkê ve ji bo wê parêzvaniyê dikin, ya girîng ev e. Mafê hêviyê dê tê de hebe, xem nekin. Em ê civîna din roja Pêncşemê li dar bixin."
Şîrove