AMÎDA KURDÎ - Tê payîn ku tîma nivîsandinê ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê roja Çarşemê, 11ê Sibatê, civîna xwe ya 6emîn li dar bixe.

Civîna Dawî
Tê diyarkirin ku halê dawî ya raporê dê di civîna 6emîn de were temamkirin ku ev civîn civîna dawî ya komîsyonê ye. Civîn ku dê li Parlamentoyê were lidarxistin, dê ji hêla Serokê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê, Numan Kurtulmuş ve were birêvebirin.
Rapora ku ji hêla tîma nivîsandinê ve hatiye amadekirin dê pêşî ji endamên Komîteyê re û dûv re jî ji Parlamentoyê re were pêşkêş kirin.
Şîrove