AMÎDA KURDÎ - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, ku mijara "prensîba hêviyê" ya ji bo Abdullah Ocalan di rojeva xwe ya 15 û 17ê Îlona 2025an de xistibû rojevê, heta Hezîranê dem daye Tirkiyeyê da ku biryara 'mafê hêviyê' bicîh bîne.

Li gorî nûçeya MAyê, parêzerên ji Century Law Firm daxwaznameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re derbarê ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan de pêşkêş kirin.

Daxwaznameya ku ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re hatiye pêşkêş kirin wiha ye:
* Tevî ku zêdetirî 12 sal derbas bûne jî, di derbarê tedbîrên giştî de tu gav nehatine avêtin. Ji ber vê yekê, li gorî xala 46/4 a Peymanê, pêdivî ye ku prosedûra binpêkirinê were destpêkirin.
* Divê hikûmeta Tirkiyeyê qanûnên ku li gorî sûcên diyarkirî, li gorî prensîbên ku di biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de hatine destnîşankirin, bicîh bîne û divê qanûnên ku rê li ber vê yekê digirin biguherîne. Divê ji hikûmetê were xwestin ku vê yekê bike.
* Divê mînaka Tirkiyeyê, ku wekî Koma Gurban tê zanîn, were xurtkirin û di çarçoveya prosedurî de bimîne.
Şîrove