AMÎDA KURDÎ - "Pêşnûmeya Yasayê ya derbarê Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekbûna Civakî" ku li Komîsyona Dadê ya TBMMê hat nîqaşkirin, piştî dengdanê hat pejirandin.

Di nîqaşên komîsyonê de carinan alozî derketin lê piştî 18 saetan dengdan dest pê kir. Di encama dengdanê de, pêşnûme ji komîsyonê derbas bû.
Hat ragihandin ku partiyên siyasî dikarin heta saet 11:00ê îro, nêrînên xwe yên dijber derbarê pêşnûmeyê û biryara komîsyonê de pêşkêş bikin.
Tê payîn ku pêşnûme roja Duşemê li meclîsê were nîqaşkirin.
Şîrove