AMÎDA KURDÎ - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, ku di çarçoveya "Pêvajoya Çareseriyê" de di nav Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) de hatiye damezrandin, ber bi dawiya xebata xwe tê. Hat ragihandin ku endamên komîsyonê dê roja Çarşemê saet 2ê piştî nîvro bicivin da ku rapora xwe ya dawî binirxînin.
Ev pêvajoya ku behsa wê tê kirin, di Cotmeha 2024an de bi banga Serokê MHPê Devlet Bahçelî ji Abdullah Ocalan re dest pê kiribû. Tê payîn ku komîsyon di vê civînê de li ser wek raporekî nexşerêya vê pêvajoyê derxîne û biweşîne.

Cîgirê Serokê MHPê û endamê komîsyonê Feti Yıldız li ser prosedurên xebatê yên komîsyonê daxuyanî da, bal kişand ser hesasiyeta pêvajoyê.
Şîrove