AMÎDA KURDÎ - Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê li navçeya Sûrê ya Amedê di nav avahiyeke dîrokî de bi coş û kelecaniyeke mezin hate vekirin.
Di merasîma vekirina Amargiyê de hunermend Murad Demîr, Dengbêj Berken Zer û Rapbêj Sîmyager cih girtin û dilê ciwanên beşdar bi stranên xwe xweş kirin.
Armanca Amargiyê pêşvebirina çand û hunera Kurdî ye û dê vê yekê bi gelek qursên hunerî û zimanî pêk bîne.
Şîrove