Amîda Kurdî – Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kılıçdaroglu, derbarê pêşhatên ku armanca wan avakirina aştiyeke mayinde û aramî li Sûriyeyê, li ser medyaya civakî daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Kılıçdaroglu pêşwazî li pêşhatên pêkhateyên çekdar ên HSDyê bo nava dewleta Sûriyeyê kir û herwiha bang kir ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi rêya siyaseteke demokratîk û di bin banê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) de were çareserkirin.

Kılıçdaroglu:
"Divê Tirkiye nebe aliyekî şer ên Rojhilata Navîn, lê belê bila bibe hêzeke damezrîner a aştiyê.
Pêşeroja hevpar a Tirk, Kurd û Ereban di aştiyê de ye.
Bijî biratiya gelan!"
Şîrove