AMÎDA KURDÎ - Amedspor, ku di Lîga 1emîn a TFFyê de bi ser ket û derkete Super Lîgê û dest bi amdekariyên xwe kir bo merasîma pîrozbahiyê. 10ê Gulanê li Qada Newrozê ya Amedê dê bernameyeke ku hunermend jî beşdar dibin hat eşkerekirin.
Hat zanîn ku Agirê Jiyan, Bajar, Simyager û Beser Şahîn dê di pîrozbahiyê de derkevin ser dike û bi performansên xwe bi alîgirên Amedsporê re bin.
Lîstikvanên berê yên Amedsporê Ugur Adem û Oktay Aydin jî ji bo merasîma pîrozbahiya kupayê hatine vexwendin.
Her wiha hat zanîn ku rahêner Mehmet Altiparmak, Sinan Kaloglu, û Mesut Bakkal ku di rêwîtiya klûbê ya ber bi Super Ligê ve xizmet kirine, ji bo pîrozbahiyê hatine vexwendin.
Pîrozbahî bi futbolîstên Amedsporê dê li Qada Newrozê pêk were û wisa tê pêşbînîkirin ku ev pîrozbahî dê veguhere festîvalek mezin.
Şîrove