Keştî ji Hurmizê derdikevin: Petrol erzan dibe

Dîroka Weşanê: Google News
Keştî ji Hurmizê derdikevin: Petrol erzan dibe

Bihayê petrolê îro hinek din daket û nêzîkî asta beriya şer bû.

AMÎDA KURDÎ - Piştî ku keştiyên asêmayî ji Tengava Hurmizê derketin daketina bihayê petrole dewam kir û îro bihayê bermîleke petrola xav a brent 40 sent anku ji sedî 0,54 daket û bû bi 73,34 dolaran. Her wiha bihayê petrola Texasê ya Amerîkayê jî 27 sent ango ji sedî 0,38 daket û bû bi 70,07 dolaran.

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright çarşemê eşkere kir:

"Veguhastina petrolê ya di ser Tengava Hurmizê re nêzîkî asta berî destpêkirina şerê Îranê bûye." Wright her wiha got, "Herî kêm 20 milyon bermîl petrol di 24 demjimêrên dawî de ji Tengava Hurmizê derketiye."

Wî bal kişand ser wê yekê ku vegera li rewşa asayî ya tam dê çend hefteyan bikişîne, ji ber ku divê tengav ji mayînan were paqijkirin.

Peymana destpêkê ya hefteya borî ya ji bo bidawîkirina şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê, bû sedem ku veguhastina petrolê dîsa dest pê bike.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove