AMÎDA KURDÎ - Cîgira Seroka Koma Partiya DEMê Gulistan Kılıç Koçyigit ragihand ku A.K., xwendekareke pola 12an a 16 salî ku li Îzmîrê dixwîne, ji ber parvekirina vîdyoyekê ku tê de keziyên xwe vedihîne, hatiye binçavkirin. Koçyigit diyar kir ku A.K. bi tohmeta "propagandaya rêxistinê" hatiye girtin û şandine Girtîgeha Zarokan a Şakranê.

'Qanûn ji bo belavkirina tirsê tê bikaranîn'
Koçyigit, di peyameke xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê parvekirî de got: "Li Îzmîrê, zarokeke 16 salî ji ber kezîvehandinê hatiye girtin. Yên ku îşkenceya li dijî jinan nabînin, ji nerazîbûna ya li dijî wê îşkenceyê jî ditirsin."
Şîrove