AMÎDA KURDÎ - Kabîneya Serokkomariyê îro di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan de dicive. Civîn dê li ser rageşiya Îran û Amerîkayê, geşedanên li Sûriyeyê, pêvajoya agirbesta li Xezzeyê, hewldanên pêvajoya aştiyê û aboriyê be.

Rêkeftina HSD Û Şamê
Mijareke din a girîng ji bo Kabîneyê dê pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê be. Bandora agirbestê û peymana ku mafên Kurdan tê da cih digirin dê di civînê de werin nîqaşkirin.
Agirbesta Xezzeyê û Îsraîl
Rewşa mirovî ya li Xezzeyê jî di rojeva Kabîneyê de ye. Berdewamiya êrîşên Îsraîlê tevî agirbestê berteka Enqereyê kişandiye. Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê werin avêtin dê werin nirxandin.
Pêvajoya Aştiyê û Aborî
Pêşketinên di pêvajoya aştiyê de hatine bidestxistin dê werin nirxandin û di heman demê de pêşketinên dawî yên di aboriyê de çi ne dê b,be rojeva Kabîneyê.
Şîrove