Ji Wezaretê pêngavek berovajiyê ‘pêvajoyê’: Bang li parlamenteran

Dîroka Weşanê: Google News
Ji Wezaretê pêngavek berovajiyê ‘pêvajoyê’: Bang li parlamenteran

Wê beraet kir, lê karê xwe winda kir. Ji kar avêtina İkra Avciyê, hemşîreyeke ji Amedê, di nav derdorên siyasî û hiqûqî de bû sedema bertekan. Ev biryar ku di dema berdewamiya "Pêvajoya Çareseriyê" de hat dayîn bû sedema bertekên parlamenterên hem Partiya DEMê û hem jî AK Partiyê.

Amîda Kurdî - İkra Avcı, hemşîreyeke ji Amedê, piştî ku ji ber parvekirina vîdyoyeke li ser medyaya civakî (ku tê de porê xwe vehandibû) rastî lêpirsînên dadwerî û îdarî hatibû. Di demeke kurt de hatibû desteserkirin û piştre serbest mabû. İkrayê ragihand ku ew ji kar hatiye avêtin. Ev biryara jikaravêtinê, demeke ku tekabûlî Pêvajoya Çareseriyê dike, bû sedema bertekên parlamenterên AK Partî û Partiya DEMê.

Mehmet Metîner, parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Adiyamanê, di daxuyaniyeke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de, jikaravêtina İkra Avciyê rexne kir.

Metinerî got: "Demeke wiha ku em armanc dikin kesên li çiyê bînin xwarê û wan bi dewlet û civakê re entegre bikin, dûrxistina Hemşîre İkra ji saziyên dewletê, li dijî ruh û armanca wê pêvajoyê ye ku me wekî projeyeke dewletê pejirandiye. Ez hêvî û dua dikim ku Wezîrê me yê Tenduristiyê destwerdanê bike û tiştên pêwîst pêk bîne."

Gergerlioglu got: "Ji aliyekî ve hûn behsa avêtina gavên nû yên têkildarî pirsgirêka kurd dikin; ji aliyê din ve, hûn hemşîreyekê ji karê giştî derdixin tenê ji ber ku wê porê xwe vehaandiye. Em vê bêhiquqiyê qebûl nakin, em ê nehêlin ku ev mijar bê jibîrkirin."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove