AMÎDA KURDÎ - Wezareta Derve ya Îsraîlê derbarê rewşa kêmneteweyan li Sûriyeyê de hişyariyek da û diyar kir ku komên etnîkî yên li herêmê bi krîzeke mirovî ya mezin re rû bi rû ne.
Daxuyaniya ku li ser hesabê fermî yê medyaya civakî ya wezaretê hat weşandin wiha ye:
"Dema ku dinya manşetan dinirxîne, kêmnetewe di bêdengiyê de winda dibin. Li Sûriyeyê, Kurd tenê ji ber nasnameya xwe bi koçberî, zilm û tundûtûjiyê re rû bi rû ne. Mafên mirovan ne bijartî ne. Bêdengî ne bêalîbûn e."
Şîrove