AMÎDA KURDÎ - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku armancên bê yên artêşa Amerîkayê dê pir û santralên elektrîkê yên Îranê bin.

Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê nivîsî:
"Artêşa me ya ku bi cudahiyeke mezin artêşa herî mezin û herî bihêz a cîhanê ye, hîn dest bi wêrankirina tiştê li Îranê maye nekiriye. Pir armancên bê ne, pişt re jî santralên hilberîna elektrîkê. Serkirdayetiya rejîma nû dizane çi divê were kirin û divê bilez were kirin."

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li Îranê ku 28ê Sibatê dest pê kiribû didome û heta niha Washingtonê zêdetirî 7 hezar û 800 armanc li nav Îranê lêdane.
Şîrove