AMÎDA KURDÎ - Bi boneya hatina heyva remezanê pîrozbahî ji aliyê Serokê Amerîkayê, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Serokê PDKê û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ve hat pêşkêşkirin.

Peyama Serokê Amerîkayê Trumpî:
‘’Remezan dema dua û rojîgirtinê ye, xurtkirina têkiliyên malbatê û ya civakê ye. Remezan nirxên hevpar ên wekî merhamet, alîkarî, dilnizmî û dilovaniyê destnîşan dike.’’

Peyama Serokê PDKê Mesûd Barzanî:
Bi boneya hatina meha pîroz a Remezanê, ez pîrozbahiya xwe pêşkêşî hemû Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.
Ez ji Xwedayê Mezin hêvî dikim ku rojî, nivêj û duayên hemûyan qebûl bike.
Hêvîdar im ev meha pîroz ji bo hemû aliyan xêr, bereket û aramiyê bîne."

Peyama Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî:
"Ez hêvîdar im hatina vê meha pîroz, bibe sedema xêr, bereket û aramiyê ji bo gelê Kurdistanê û hemû herêmê."
"Werin em vê boneya olî bikin derfetek ji bo kûrkirina ruhê lêborîn, tebayî û pêkvejiyanê ku her tim nasnameya ciwan a Herêma Kurdistanê bûye."
Her wiha Nêçîrvan Barzanî got, "Em ji Xwedayê Mezin hêvî dikin ku ev meha pîroz bibe destpêka bidawîhatina êş û pirsgirêkan û peyama aştî û tebayiyê li hemû cîhanê belav bibe.

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê:
"Em ji Xwedayê Mezin dua dikin ku rojî û îbadetê hemû aliyan qebûl bike."
Şîrove