AMÎDA KURDÎ - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hejmara sêyemîn a bultena xwe ya çapemeniyê weşand. Ev bulten, yekem car e bi zaravaya Zazakî diweşe. Bultena çapemeniyê tenê bi Tirkî û Zazakî hate weşandin. Xebat û xizmetên şaredariyê bi Zazakî jî têne pêşkêşkirin. Hevşaredar Serra Bucak û Doğan Hatun armancên xwe yên 2026an bi Zazakî rave kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di malpera xwe de ji bilî Tirkî, cih dide zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî jî.
Şîrove