Amîda Kurdî - Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, serdana Mala Dengbêjan kir ku di bin banê şaredariyê de xizmetê dike. Bucak bi dengbêjan re civiya û guh da daxwazên wan.
Ji şaredariya Amedê: Statû ji bo dengbêjanhttps://t.co/9KB2ofW0JK pic.twitter.com/IurqWCdTCW
— Amîda Kurdî (@AmidaKurdi) September 7, 2026
Dengbêjan bal kişandin ser pêwîstiya xebatên zêdetir ji bo naskirina Mala Dengbêjan û veguhastina çanda dengbêjiyê bo nifşên nû. Piştî guhdarîkirina daxwaz û pêşniyarên wan, Bucakê diyar kir ku xebatên têkildarî vê mijarê jixwe dest pê kirine.

Piştgiriya darayî ji bo 24 dengbêjan
Seroka Beşa Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş, ji Amida Haberê re axivî û ragihand ku dê 24 dengbêj piştgiriya darayî werbigirin. Yaşê destnîşan kir ku ev biryar statuyeke fermî dide hem Mala Dengbêjan û hem jî dengbêjên li wir çalak in. Bucak civîneke girtî (ji çapemeniyê re) bi dengbêjan re pêk anî.
Mala Dengbêjan di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de dixebite, bi armanca ku çanda dengbêjiyê ku hêmaneke sereke ya çanda devkî ya Kurdî ye zindî bihêle.
Şîrove