AMÎDA KURDÎ - Di daxuyaniyê de veqetandina tenê 4 kursiyan ji bo Kurdan di parlementoya Sûriyeyê ya ku ji 210 kursiyan pêk tê wekî "binpêkirina eşkere ya mafan" hat binavkirin û hat gotin: "Gelê Kurd li herêmê pêkhateyek dîrokî û bingehîn e; nifûsa wan ne kêmtir ji sedi 20ê tevahiya nifûsa Sûriyeyê pêk tê.''

''Îro, bi rêya tayînkirinên sîstematîk, ew ji dengê xwe yê rastîn têne bêparkirin. Li ser vê bingehê, em, wekî hêz û partiyên siyasî yên Kurdî, tekez dikin ku em van tayînkirinan bi her awayî red dikin. Em mekanîzmaya belavkirina heyî wekî berdewamiya polîtîkayên nijadperest ên ku armanc dikin ku doza Kurdî hilweşînin dibînin."

Partiyan diyar kirin ku divê Kurd li gorî nifûsê herî kêm bi 40 kursiyan di parlementoyê de werin temsîlkirin û gotin ku qebûlkirina tenê 4 kursiyan dê bandorek neyînî li ser temsîliyeta Kurdan bike.
Şîrove