AMÎDA KURDÎ – Parlamenterê Partiya DEMê yê Wanê Sinan Çiftyurek bi awayeke hişk rexne li Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) Kemal Okuyanî kir. Çiftyürek pirsî, "Çima hûn ji bo 50 milyon Kurdan tiştê ku hûn ji bo Ereban dixwazin, naxwazin?" û ev peyam da:

"Kemal Okuyan ê TKPê Filîstîneke serbixwe wekî dewleta 23yemîn diparêze tevî ku 22 dewletên Ereban hene!
Lê ji bo 50 milyon Kurdan? Ew dibêje, 'Dewleteke Kurdî ya serbixwe ne tişteke baş e.'

Dewleteke serbixwe li aliyekê, ew li dijî xweseriya Kurdan jî derdikeve, bi hinceta ku ew 'veqetandinê teşwîq dike'!
Ev çareseriya enternasyonalîst ya TKPyê ye! Wekî TKPyê, me ji destpêkê ve dewleteke Filistînê ya serbixwe parastiye!"
Şîrove