AMÎDA KURDÎ – Rojin Kabaiş, keçeke 21 salî ji Amedê ji bo xwendina zanîngehê çûbû Wanê, piştî nêzîkî 18 roj piştî windabûna wê li peravên Gola Wanê mirî hatibû dîtin.
Her çend bûyer wekî xwekuştin hatibû ragihandin jî, li gor raporekî hebûna DNAya du mêran di sing û vajînaya Rojin Kabaiş de hebû û îhtîmala ku bûyer kuştin be xurt kir. Lêpirsîna mirina Rojin hîn jî didome.

Kêliyên hestiyarî di Merasîma Xelatdayînê de
Di merasîma Xelatdayînê ya Stêrkên Salê de ku di 17ê Sibatê de li Stenbolê hate lidarxistin, xelata "Bavê Salê" pêşkêşî Nizamettin Kabaişî hate kirin. Yasemin Minguzzi, dayika Mattia Ahmet, li ser dikê hestiyar bû û Kabaiş hembêz kir. Minguzzi her wiha xelata xwe da Kabaişî.

'Em 17 meh in li benda edaletê ne'
Nizamettin Kabaiş di merasîmê de axivî û banga xwe ya ji bo edaletê dubare kir û got: "Min jî keça xwe winda kir. Keça min xwendekara zanîngehê bû û li Wanê dixwend. Em 17 meh in li benda edaletê ne. Em 17 meh in pir êş dikişînin. Divê zarok nemirin, divê zarok neyên kuştin. Divê sûcdar azad nemeşin. Divê cezayê herî dijwar were dayîn. Ev e ya ku em dixwazin."
Şîrove