Ji Mîkaîl Aslan albumeke nû: Masumo Pak

Dîroka Weşanê: Google News
Ji Mîkaîl Aslan albumeke nû: Masumo Pak

Hunermendê Kurd Mîkaîl Aslan bi navê “Masumo Pak” albûmeke nû pêşkêşî guhdarên xwe kir.

AMÎDA KURDÎ – Mîkaîl Aslan ê ku bi salan e albuman li muzîka Kurdî zêde dike albumeke din çêkir. Di nav vê albumê de stranek wekî klîp weşand. Navê stranê ‘Kamî Rê’ ye.

Gotinên stranê yên Usênê Qeremanî (Mehmet Çetin) ne.

Muzîka wê jî ji aliyê Mîkaîl Aslan û Olcay Bozkurt ve hatiye çêkirin.

Li gundê Seyîd Riza hat kişandin

Klîba stranê li herêma Lertîgê û li gundê Seyîd Riza Axdatê û derdora wê yên Dêrsimê hatiye kişandin.

Ev erdnîgariya ku bi Seyîd Riza tê naskirin, di klîbê de paşxaneyeke dîrokî û balkêş pêşkêş dike.

Derhêneriya klîbê Veysel Kilinç kiriye û klîb di şert û mercên zivistanê de hatiye kişandin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove