Ji MHPyê pêngava Amedsporê

Dîroka Weşanê: Google News
Ji MHPyê pêngava Amedsporê

Êrîşa nijadperest a di maça Amedspor û Kocaelisporê de pêk hatibû hîn jî mijareke germ e, gaveke balkêş ji MHPyê hat. Diyarkirina formaya Amedsporê ji aliyê berpirsekî MHPyê ve, wekî "Ji MHPyê pêngava Amedsporê" hat şîrovekirin.

Amîda Kurdî - Amedspor a ku li hember Erzeromê serkeftî bibû li dijî Kocaelisporê 2-0 têk çûbû û niha jî ji bo maça Trabzonsporê amadekariyan dike. Amedspor dê roja Duşemê êvarê saet di 21.30an de mazûvaniya Trabzonsporê bike.

Di nava amadekariyên vê maça girîng de, "pêngaveke nêzîkbûnê" ji MHPyê hat. Mahfuz Kut, Cîgirê Serokê Navçeyê yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) li Esenyurtê, formaya Amedsporê diyarî Serokê Navçeyê Alparslan Erdogan kir.

Berpirsên MHPyê cara yekem bi formaya Amedsporê re wêneyek kişandin, li ser medyaya civakî wekî "pêngaveke baş" hat şîrovekirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove