AMÎDA KURDÎ - Rêveberiya Herêmî ya 15emîn a Meteorolojiyê ragihand ku barana ku îro dest pê dike dê heta sibeha Sêşemê bi navber berdewam bike.

Hişyarî ji bo gelek parêzgehan
Li navçeyên rojhilatê Rihayê û her weha li Amed, Batman, Sêrt, Mêrdîn û Şirnexê barana giran a herêmî tê payîn. Hate destnîşankirin ku dibe ku baran zêde bibe.

Ji xetereya lehiyê haydar bin
Rayedaran ji ber barana zêde li hember şert û mercên neyînî yên wekî lehî, birûsk, bayên bihêz hişyar kirin. Hate diyarkirin ku dibe ku di veguhestinê de astengî çêbibin û ji welatiyan hat xwestin ku baldar bin û tedbîran bigirin.
Şîrove