AMÎDA KURDÎ - Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê Kobanî de, ku di 26ê Çileya 2015an de ji dagirkeriya DAIŞê rizgar bibû û niha di bin dorpêçê de ye, peyamek weşand.

Mesûd Barzaniyê bi rêya hesabê xwe ya Xê salvegera 11emîn a rizgarkirina Kobanî ji dagirkeriya DAIŞê bi zimanê Erebî û Kurdî (Kurmancî-Soranî) pîroz kir û rizgarkirina Kobanî wekî "serkeftina mirovahiyê" bi nav kir.
Peyama Mesûd Barzanî ya derbarê Kobanî de:
‘’Di yanzdehemîn salvegera têkşikandina terorîstan li Kobanê de, em silavan li Şervan û Pêşmergeyên qehreman re dişînin ku bi piştgiriya Hevpeymanan di berxwedaneke qehremanî de, rê nedan Kobanê bikeve destê terorîstên DAIŞê û serkeftineke mezin di dîroka gelê Kurd de tomar kirin. Ew serkeftin serkeftina tevahiya gelê Kurdistanê bû, serkeftina mirovahiyê bû li ser teror û tarîtiyê.’’
Şîrove