AMÎDA KURDÎ - Hunermendê navdar ê Kurd Mem Ararat li ser hesabê xwe yê medyaya civakî rexneyê li şîrketa Komê dike û diyar dike ku rewş niha veguheriye têkoşînê ji bo mafên telîfê.

Di vîdyoya xwe da Ararat dibêje, "Hûn tam 12 sal in ku bêyî ku bi qasî serê derziyê kedeke we hebe, we dest daniye ser hemû keda min. Ma ev ne dizîna kedê û zilm e? Ez ne xulamê bavê ti kesî me."

Parêzerê wî daxuyaniyek da
Di daxuyaniyek berfireh de ku Şexo Filikî anî ziman ku ji sala 2014an vir ve gelek civîn bi şîrketê re hatine lidarxistin da ku mafên karanîna bi tevahî 15 berhemên ku di du albûman de di bin etîketa Kom Musicê de cih digirin werin vegerandin.

Parêzer Filik îdia kir ku vegerandina mafên her du albûman ji bo hunermend dê nîşaneyeke niyeta baş be ji bo çareserkirina pirsgirêka baweriyê. Filik îdia kir ku şîrketê di vî warî de tu gavên erênî neavêtiye.
Şîrove