AMÎDA KURDÎ - Mem Ararat li ser hesabê xwe yê Xê qala astengiyên li pêşiya konserên xwe kir û di vî warî de rexneyên tund li şaredariyên CHPyê girtin.

“Niha ez dixwazim bi eşkereyî bipirsim: Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya hêja, birêvebirên hêja yên CHPyê û Birêz Ozgur Ozel, gelo ev sansûr tenê li dijî min e yan jî bêtehemuliya li hemberî ziman û hunera Kurdî ye?”

Dostên hêja, ez dixwazim rewşeke neyînî ya ku em demeke dirêj e pê re rûbirû dimînin bi we re parve bikim. Wekî ku hûn dizanin, em li gelek herêmên Tirkiyeyê û derveyî welêt konseran didin. Mixabin li Tirkiyeyê, em carnan rastî sansûreke eşkere û carnan jî rastî sansûreke veşartî tên. Derbarê hinek konserên me yên qedexekirî de gelek dozên me yên yasayî hene û pêvajoya darazê ji bo hinekan hîn jî berdewam dike.

Cihek heye ku di sê salên dawî de, tevî hemû hewldanên kompanyayên organîzasyonê, deriyên xwe ji me re digire. Ez behsa Şanoya Harbiyeyê ya Stenbolê dikim. Her çend kompanyayên organîzasyonê carnan beriya salekê jî serlêdanê dikin, ji wan re tê gotin ku cih nîne û hemû dagirtî ne. Di şeş mehên dawî de wan bersiva ti telefon an e-maîlan nedaye.

Her çi qasî em dikarin bêyî cudakarî li cihên wekî Uber Eats Music Hall a li Berlînê, Le Grand Rex a li Parîsê, Multiversium Schwechat a li Viyanayê, Porsche Arena ya li Stuttgartê, Royal Drury Lane ya li Londonê û Mitsubishi Electric Hall a li Dusseldorfê konseran bidin jî mixabin em nikarin li Stenbol, Enqere, Bursa û gelek bajarên din vê yekê bikin."
Ararat destnîşan kir ku ji îro û pê ve ew dê hemû cudakarî û neheqiyên ku rastî wan tê bi raya giştî re parve bike.
Şîrove