Li Amedê li Salona Agaogluya navçeya Sûrê ji aliyê Kasedjinê ve bernameyek bo pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Di bernameyê de Koma govendê ya Kasedjinê bi coş û kelecaniyeke mezin govendek gerand. Piştre bo danasîna Cil û Bergên Kurdî defîleyek hat pêşkêşkirin. Û ber bi dawîya şevê ve jî Koma Muzîkê ya Kasedjinê derket ser dikê û wek koro deh stran gotin.
Şîrove