AMÎDA KURDÎ - Şahismail Bedirhanoglu, Serokê Lijneya Rêvebir a Komeleya Pîşesazî û Karsazên Başûrê Rojhilat (GUNSİAD), derbarê pêşniyara serokê MHPê Devlet Bahçelî ya ji bo zelalkirina statuya Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye: "Daxuyaniya Serokê Giştî yê MHPê Birêz Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de di 5ê Gulana 2026an de nîşaneyek e bo qonaxeke krîtîk di pêvajoya aştiyê de ku ev sal û nîv in didomin.

Teqezkirina Birêz Bahçelî li ser diyarkirina statuya Abdullah Ocalan, derxistina rêziknameyên qanûnî ji bo misogerkirina bêçekkirinê û avêtina gavên pêwîst çarçoveyeke baş ji bo xwezaya pêvajoyê derdixîne holê’’
Şîrove