AMÎDA KURDÎ - Li gorî nûçeyên di medyaya Îranê de, Hêzên Çekdar ên Îranê îdia kirin ku mûşeka ku duh li qada hewayî ya Tirkiyeyê hatiye xistin, ji aliyê wan ve nehatiye avêtin.

Di daxuyaniyê de rêzgirtina ji bo serweriya Tirkiyeyê hate dubarekirin û hate gotin ku wan tu mûşek neavêtine axa Tirkiyeyê. Rêveberiya Tehranê tekez kir ku çalakiya leşkerî ya li herêmê ne li dijî Tirkiyeyê ye.

Wezareta Parastina Neteweyî: Mûşek ji Îranê hate avêtin
Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) duh ragihand ku mûşekek balîstîk a ji Îranê hatî avêtin û ber bi qada hewayî ya Tirkiyeyê ve hat ji aliyê NATOyê ve di wextê xwe de hatiye hedefgirtin û hatiye îmhakirin.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Ji kê û ku derê tê bila were, em dikarin ewlehiya ax û welatiyên xwe misoger bikin.’’
Şîrove