Ji Îranê biryara dawî: Tengava Hurmizê bi temamî hat girtin

Dîroka Weşanê: Google News
Ji Îranê biryara dawî: Tengava Hurmizê bi temamî hat girtin

Şerê di navbera Îsraîl, Amerîka û Îranê de di roja xwe 28an de ye. Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku Tengava Hurmuzê bi temamî ji bo trafîka deryayî girtiye.

AMÎDA KURDÎ - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku Tengava Hurmizê ya ku yek ji rêyên avî yên herî stratejîk ên cîhanê ye li ber hatûçûna deryayî bi temamî hatiye girtin.

Li gorî nûçeya Reutersê ku dispêre medyaya xwecihî ya Îranê, dê li dijî hemû wan keştiyên deryayî yên ku bixwazin di tengavê re derbas bibin tedbîrên tund werin bicihkirin. Di daxuyaniya Supaya Pasdaran de hat gotin, "Her keştiyên ku derbas bibe dê rastî tedbîrên tund bê" û hat destnîşankirin ku dê ev biryar bêyî nermî û tawîzan bê bicihanîn.

Hemû veguhastin hatin qedexekirin

Rayedarên Îranê eşkere kir ku hemû çalakiyên bazirganiyê yên ku bi Îsraîl û Amerîkayê re pêwendîdar in dibin hedef. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, "Hemû çalakiyên veguhastinê yên ji bo benderên dijminên me yên Îsraîl û Amerîkayê û her wiha hevalbend û piştgirên wan hatine qedexekirin."

Di vê çarçoveyê de hat destnîşankirin ku dê çi korîdor bê bikaranîn bila bibe, ew dê rê li ber veguhastinên ji bo wan welatan bigirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove