AMÎDA KURDÎ - Hemasê îro daxuyaniyeke fermî da. Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî mafê Îranê heye ku "bi her awayî" bersiva êrişên li ser xwe bide. Lê belê di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nabe aloziya li herêmê derbasî welatên cîran bibe.

Hemasê di daxuyaniya xwe de ev tişt anîn zimên:
"Em bangî birayên xwe yên Îranî dikin ku welatên cîran nekin armanc.
Her wiha em bangî hemû welatên herêmê dikin ku ji bo rawestandina vê êrişkariyê hevkariyê bikin û têkiliyên biratiyê yên di navbera xwe de biparêzin."
Şîrove