AMÎDA KURDÎ - Senatorê Amerîkî Lindsey Graham, bang li Serokê Amerîkayê Donald Trumpî kir û got ku divê em piştgiriyê bidin Kurdên Sûriyê û xwepêşanderên li Îranê.

'Fermana dîrokê dibêje ku ku em wan tenê nehêlin’
Di daxuyaniyeke li ser hesabê xwe yê Xê de, Grahamî got ku ew ji bo Serok Trump û tîmê wî dua dike û tekez kir ku girtina biryarên rast ji bo ewlehiya Amerîkayê pir girîng e. Grahamî, bi gotina ku dîrok ferman dide me ku em li kêleka kesên ku li kêleka Amerîkayê ne û ji bo doza hevpar fedakarî dikin bisekinin, got, "Bi xerabiyê re em nikarin bigehine cihekê, divê xerabî were têkbirin."

'Xwepêşanderên Îranî û Kurdên wêrek dostên Amerîkayê ne'
Grahamî bûyerên berê yên li Bingaziyê bi bîr xist û diyar kir ku biryarên ku wê demê hatine dayîn bo wî xemgîniyek kûr çêkirine. Grahamî diyar kir ku divê Amerîka dostên xwe yên li hemberî zilmê jî tevlî xwe bike û xwepêşanderên li Îranê û Kurdên Sûriyeyê wekî "dostên Amerîkayê" bi nav kir. Wî tekez kir ku terikandina wan nayê qebûlkirin û baweriya xwe anî ziman ku Trump dê biryara rast bide da ku welêt biparêze û bi gotina "Xwedê Serok Trump û kesên di bin fermana wî de ne biparêze" dawî li axaftina xwe anî.
Şîrove