Ji Ehmed Şer fermanek nû: Ji parêzgaran re xweserî

Dîroka Weşanê: Google News
Ji Ehmed Şer fermanek nû: Ji parêzgaran re xweserî

Hikûmeta Sûriyeyê hinek desthilatên îdarî û darayî yên di bin banê Wezareta Birêvebiriya Herêmî û Jîngehê de radestî parêzgaran kirin. Bi rêziknameya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê, ev ferman peywireke berfireh dide parêzgaran.

AMÎDA KURDÎ - Fermaneke nû ji aliyê Wezareta Birêvebiriya Herêmî û Jîngehê ya Sûriyeyê ve hat ragihandin, desthilatên wezîran yên îdarî û darayî dane parêzgariyan. Armanca vê rêziknameyê kêmkirina girêdayîbûna rêveberiyên herêmî bi hikûmeta navendî ye.

Bi biryara nû re, parêzgar ji îhaleyan heta tayînkirina karmendan di qadeke berfireh de bûn xwediyê desthilata biryardana rasterast. Wezareta Birêvebiriya Herêmî û Jîngehê ya Sûriyeyê ragihand ku hinek desthilatên di asta wezaretê de ji bo parêzgariyan hatine veguhastin. Rêziknameya nû di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê.

Armanca vê rêziknameyê ew e ku girêdayîbûna birêvebiriyên herêmî ya bi hikûmeta navendî ve kêm bike û burokrasiya herêmî bilez bike. Li gorî biryarê, êdî parêzgar dikarin li bajar û bajarokan ofîsên xwe yên birêvebirinê ava bikin.

Her wiha desthilata tayînkirina rasterast a serokên meclisên herêmî û diyarkirina pere û meaşên endamên meclisê dan parêzgaran. Di qada darayî de jî qada tevgera parêzgaran bi awayekî berbiçav hat berfirehkirin. Parêzgar dikarin bêyî ku li benda erêkirina wezaretê bin, peymanên firotin, kirê û veberhênanê yên yekîneyên îdarî pesend bikin. Di rêziknameyê de sînorê kirîna rasterast jî hat zêdekirin.

Bi vî awayî parêzgar ji bo projeyên diyarkirî bûn xwediyê mafê peymanên bi awayê dan û standinê û serîlêdana rêbaza pêşbirkê ya di îhaleyan de. Rêziknameya nû tenê bi karên darayî sînordar nema. Di warê jîngehê de jî desthilata "girtinê" dan parêzgaran.

Li gorî vê, parêzgar dikarin raporên kontrola jîngehê pesend bikin û derbarê tesîsên ku li dijî zagonan kar dikin de biryara girtinê bidin. Her wiha derxistina xelkê ji xaniyên dewletê yên yekîneyên îdarî, xistina lîsteya reş a mutehîdên ku peymanê bin pê dikin û birêvebiriya karmendan jî ket destê parêzgaran.

Di çarçoveya biryarê de ne tenê parêzgar, desthilata şaredarên navendên bajaran jî hat zêdekirin. Şaredar dê di pêvajoyên birêvebiriya bajarên xwe de înîsiyatîfên berfirehtir bi kar bînin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove