Ji DEM Partiyê gera partiyan: Rojev qanûna pêvajoyê ye

Dîroka Weşanê: Google News
Ji DEM Partiyê gera partiyan: Rojev qanûna pêvajoyê ye

Şanda Îmraliyê û DEM Partî ji bo ku ‘qanûna pêvajoyê’ beriya betlana Meclîsê derkeve, dest bi xebatên xwe kirin.

AMÎDA KURDÎ -  Di vê çarçoveyê de, endamên Şanda Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar duh bi Serokê Meclisa Neteweyî ya Mezin, Numan Kurtulmuş re civiyan. Di daxuyaniya li ser vê civînê de hat gotin, "Me nerîn, hêvî û sedemên xwe yên di derbarê pêwîstiya pejirandina qanûna pêvajoyê berî girtina Meclisa Neteweyî ya Mezin de anîn ziman." DEM Partî dê derkeve gera partiyan. 

Tîrmeh ji bo ‘Qanûna Pêvajoyê’ hatiye destîşankirin

Cîgirê Serokê Koma Partiya DEMê Sezaî Temelli got, "Armanca me ya herî mezin ew e ku ev qanûn di meha Tîrmehê de were pejirandin. Şanda me xebata xwe didomîne. Em jî wekî partî hewldanên xwe didomînin. Em pir bi israr in ku ev qanûn di meha Tîrmehê de, beriya ku Parlamento bikeve betlaneyê, were pejirandin."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove