Ji bo kujerê Îlayda ya 22 salî cezayê miebedê hat dayîn

Dîroka Weşanê: Google News
Ji bo kujerê Îlayda ya 22 salî cezayê miebedê hat dayîn

Cemal A., yê ku li Diyarbekirê Îlayda Alkaş a 22 salî bi guleyan kuştibû bi cezayê miebedê û her wiha 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin.

Amîda Kurdî - Doza Cemal A. bi dawî bû ku sala borî li navçeya Yenîşehîr a Amedê Îlayda Alkaş a 22 salî bi guleyan kuştibû û hatibû girtin.

Dema ku Cemal A. di parastina xwe de poşmaniya xwe anî ziman û parêzerên wî daxwaza berdana wî kirin, parêzerên malbatê û nûnerên Wezaretê xwestin ku ew were cezakirin.

Dadgehê ji bo sûcê ‘kuştina bi qestî’ cezayê muebeda giran û ji bo sûcê ‘kirîn, hilgirtin an jî di dest de girtina çek û cebilxaneya bêruxset’ jî 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove