Ji bo 6 pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê kê çi got?

Dîroka Weşanê: Google News
Ji bo 6 pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê kê çi got?

Piştî êrîşa li ser pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê peyamên sersaxî û silametiyê hatin.

AMÎDA KURDÎ - Ji ber êrişa li navçeya Soranê ya Hewlêrê li hêzên Pêşmergeyan hat kirin 6 Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabû û piştî bûyerê gelek partî û kesayetan peyamên sersaxiyê şandin.

Mesûd Barzanî: Ez wê êrişa dijminane bi tundî şermezar dikim. Pêşmerge sermayeya herî ezîz û binirx a gelê me ye.

Nêçîrvan Barzanî: Ev destdirêjiyeke dijminkarane ye. Em pêbendî siyaseta tevlînebûn û dûrketina ji nakokiyan in. Em bi ti awayî li ser asayîşa welatên cîran ne gef in. Loma ev êriş, li ser serweriya welêt destdirêjiyeke dijminkarane ya rasterast e. Ti hinceta vê êrişê nîne û bi temamî beravajiyê prensîbên cîrantiya baş e.

Mesrûr Barzanî: Xwîna şehîdan ti carî vala neçûye û vê carê jî bi vala naçe.

DEM Partî: Em vê êrişê şermezar dikin. Em sersaxiyê ji gelê Başûr û tevahiya Kurdistanê re dixwazin.

Mezlûm Ebdî: Em ji ber şehadeta lehengên wan, xemgîniya xwe bi gelê Kurd ê li Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge re parve dikin.

Bafil Talebanî: Em nerazîbûna xwe ya tund li hemberî şehîdkirin û birîndarkirina hejmarek Pêşmergeyên qehreman nîşan didin. Em ji dil sersaxiyê ji kesûkar, malbat û hevsengerên şehîdan re dixwazin û ji bo birîndaran jî hêviya zû başbûnê dikin.

PDK: Divê em li hemberî êrişên li Pêşmergeyan bibin yek. Em li bendê ne ku hikûmeta federal û saziyên pêwendîdar di demeke herî kurt de sînorekî ji bo wan destdirêjiyên li ser axa Herêma Kurdistanê deynin.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê (Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Saziya Xebat a Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)): Êrişên mûşekî û dronî yên Supaya Pasdaran ên li baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û navendên leşkerî û sivîl ên Herêma Kurdistanê ji roja yekem a şer, anku ji 28ê Sibatê ve didomin.

HUDA-PAR: Helwesta Herêma Kurdistanê ya ku naxwaze bibe parçeyek ji şer û pevçûnan, helwesteke hêja ye.

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Demokrata Kurdistanê - Bakur (PDK-Bakur), Tevgera Pêlkurdê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Tevgera Vejînê ya Kurdistanê û çend kesayetên serbixwe yên Kurdistanî: Em êrişên li Başûrê Kurdistanê şermezar dikin.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK): Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka gelê Başûrê Kurdistanê bin.

Wezareta Karên Derve ya Îmaratê: Îmarat bi tundî wê êrişa mûşekî ya terorîstî şermezar dike ku baregehên leşkerî yên li Herêma Kurdistana Îraqa bira kirin hedef.

Nûnerê Amerîkayê Tom Barrackî sersaxî da Serokwezîrê Herêma Kurdistanê.

Hakan Fîdan

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan telefonî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir. Hakan Fîdan her wiha ji bo birîndarên êrişê jî hêviya zûbaşbûnê xwest.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove