Ji ber cilûbergên Kurdî bav û kur hatin desteserkirin

Dîroka Weşanê: Google News
Ji ber cilûbergên Kurdî bav û kur hatin desteserkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdpayê ragihand ku bav û kurê xwe yên ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber rengê cilên wan ên Kurdî hatine desteserkirin.

Amîda Kurdî - Rêxitina Mafên Mirovan a Kurdpayê diyar kir ku çarşemê, welatiyê bi navê Osman Wefayî ji ber ku cilên Kurdî yên rengê xakî li ber bûn, ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatiye desteserkirin.

Ev di demekê de ye ku 9 roj in kurekî Osman Wefayî yê bi navê Aram Wefayî jî dîsa ji ber lixwekirina cilên Kurdî yên bi rengê xakî hatiye desteserkirin û ji bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.

Heta niha gelek kes li Rojhilatê Kurdistanê ji ber lixwekirina cilên Kurdî ên rengê xakî û cemedaniyê hatine cezakirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove