Ji ‘Barzanî’yan bo Bexdayê: Divê malbatên Enfalkiriyan werin tazmînkirin

Dîroka Weşanê: Google News
Ji ‘Barzanî’yan bo Bexdayê: Divê malbatên Enfalkiriyan werin tazmînkirin

Neçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî di salvegera Enfala Barzaniyan de daxuyanî belav kirin û mafên malbatên Enfalkiriyan anî ziman.

Amîda Kurdî - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 43yemîn salvegera Enfala Barzaniyan de daxuyanî dan gotin divê malbatên Enfalkiriyan werin tazmînkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera Enfala Barzaniyan de daxuyaniyek belav kir û anî zimên:

"Îro 43 sal di ser tawana komkujî û enfalkirina 8 hezar ciwan û mêrên sivîl ên Barzanî re derbas dibin.

Di vê salvegera biêş de, em li ber giyanê pak ê şehîdan bi rêz û hurmet serê xwe ditewînin û wan bi rûmet bi bîr tînin."

Barzanî ji bo tazmînkirina xizmên enfalkiriyan û hemû qurbaniyên destê rejîma berê tekezî li erkê exlaqî û yasayî yê hikûmeta Îraqê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî peyamek belav kir û diyar kir ku gelê Kurd qurbaniyên mezin dane û ti carî dest ji mafên xwe bernade.

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku divê hikûmeta federal erkên xwe yên destûrî û berpirsyariya xwe ya exlaqî bi cih bîne û xwest ku malbatên qurbaniyên cenosîd, Enfal û hemû qurbaniyên destê rejîma berê ya Îraqê bi awayekî hêja werin tazmînkirin.

"Di vê bîranîna xemgîn de, em bi rêz û hurmet Enfalkiriyên Barzanî û hemû şehîd û Enfalkiriyên Kurdistanê yên li Germiyan, Behdînan, Balîsan, Şêx Wesanan, Kurdên Feylî û Şingalê bi bîr tînin."

Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de silav ji bo giyanê pak ê hemû şehîd û Enfalkiriyên Kurdistanê şand.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove