AMÎDA KURDÎ - Senatorê Komarî Lindsey Graham, ku wekî yek ji kesayetên herî nêzîk ê Serokê Amerîkayê Donald Trump tê zanîn, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek derbarê pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê de da. Graham, Tirkiye û hikûmeta nû ya Sûriyeyê li dijî operasyoneke leşkerî ya muhtemel a li dijî hêzên Kurd hişyar kir û peyama "bersiva Amerîkayê dê dijwar be" lê zêde kir.

Graham, bal kişand ser îstîxbarat û raporên pêbawer ên ji qadê û got:
"Tiştê herî xemgîn ew e ku ez raporên pêbawer distînim ku hêzên artêşa Sûriyeyê û Tirkiye dibe ku li dijî hevalbendên me yên Kurd bêtir pêşve biçin. Ev gavek e ku dê bibe sedema bersivek pir tund ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve bê dayîn."
Şîrove