AMÎDA KURDÎ - Piştî civînê ji aliyê Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê ve daxuyaniyeke hevpar hat belavkirin.

Di daxuyaniyê de li ser serweriya Îraqê, ewlehî, hevkariya aborî û paşeroja komên çekdar peyam hatin dayîn.
“Divê hemû komên çekdar werin belavkirin”

Yek ji sernavên herî girîng ên daxuyaniya hevbeş derbarê komên çekdar ên li Îraqê bû.
Aliyan diyar kir ku “divê Îraq paşerojeke aram û dûrî terorê ava bike.”
Amerîkayê piştgiriya xwe ji bo planên Îraqê nîşan da ku tê de “bêçekkirin û belavkirina hemû kom û pêkhateyên çekdar ên li derveyî kontrola dewletê” heye.
Her du aliyan destnîşan kir ku “nabe axa Îraqê ji aliyê ti aliyî ve ji bo gefxwarina li aramiya herêmê were bikaranîn.”
Şîrove