AMÎDA KURDÎ - Birincê Qerejdaxê, berhema avhewaya bêhempa ya Amedê û axên volkanîk ên Qerejdaxê di bin pêşengiya marqeya Lyra Heritage de amade dibe ku bibe îkonek cîhanî ya tam û tenduristiyê ye êdî. Bi analîzek zanistî ya berfireh, marqeyê îspat kiriye ku ev birincê taybet ne tenê bi tama xwe lê di heman demê de bi taybetmendiyên xwe yên din ve dostaniya tenduristiya werzişvanan dike.

Seroka Lyra Heritage Îclal Beşenkê diyar kir ku ew ê birincê Qerejdaxê bi Tirkiye û cîhanê bide nasîn û ji bo kesên ku li tenduristiya baş digerin wê dixebite.

Beşenkê destnîşan kir ku ew berhemeke birincê ye ku bi erdnîgariyê tê parastin û got, "Me niha hewl daye ku em li Amerîka û Meksîkayê bifiroşin. Me hîn dest bi firotanê nekiriye; em di qonaxa danasînê de ne. Di çend hefteyên pêş de, em ê li 13 welatên Ewropayê jî bidin nasîn û dest bi firotinê bikin. Em berhemê ji zeviyan berhev dikin, tenê qalikê wê derdixin. Em li kargehê bi tu awayî pêvajoyê nadin ber xwe. Piştre em wê tînin Mersînê û di depoya sar de dihilînin ku mehane ji hêla Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Parêzgehê ve tê kontrolkirin. Me ji ber şert û mercên pakkirin û hilanînê ew nexistiye supermarketên neteweyî. Em wê li gorî qaîdeyên fermî pakêt dikin û ji kesên têkildar re dişînin."
Şîrove