Amîda Kurdî - Altan Tan yê ku piştî îstifakirina ji HDPyê di hilbijartinên 24ê Hezîranê de wekî namzetê parlamentoyê yê Partiya Saadetê beşdar bûbû di nivîseke xwe ya dawî de careke din vegeriya ser nîqaşên derbarê Alevîtiyê de.

Tan di gotara xwe ya bi sernavê "Aleviyên bê-Elî û ateîst li pey çi ne?" de îdia kir ku hin derdor hewl didin civaka Alevî bikar bînin û got: "Kesên ku dixwazin civaka Alevî li gorî rojeva xwe araste bikin hene û her wiha kesên ku civaka Alevî ji bo belavkirina çepgirî, sosyalîzm, Marksîzm û ateîzmê bi kar tînin jî hene."
Tan di gotara xwe de ev tişt nivîsand:
"Bêguman, ez nikarim Alevîtiyê 'ji nû ve dîzayn bikim', lê mirovekî Sunî bînin ber çavên xwe. Wekî mînak, li Nâzım Hikmet û Aziz Nesin binerin, ew zarokên malbatên Sunî bûn. Lêbelê, çi mirov Sunî, Şîe an Alevî be, bi mebesta behskirina paşxaneya dêûbavên wan, eger ew baweriyê bi Xwedê, Pêxember an olê neynin, êdî ew nîşaneya 'Sunî' li wan nayê kirin. Jixwe, îro kes Nâzım Hikmet wekî Sunî pênase nake."

Berê jî rastî rexneyan hatibû
Altan Tan di demên dawî de, dema behsa civaka Alevî dikir, têgehên wekî "Alevîtiya siyasî" û "Elîyên bê-Alevî" bi kar anîbû.
Hunermend Ferhat Tunç û Wezîrê Pêşketinê yê berê Muslim Dogan li hember van daxuyaniyên Tan bertek nîşan dabûn.
Şîrove