AMÎDA KURDÎ - Amedspor dê sibê di hefteya 27emîn a Lîga 1emîn a TFFê de mazûvaniya Vansporê bike. Komên alîgirên Amedsporê diyar kirin ku ew plan dikin ku beriya maçê bi alîgirên mêvan re fitareyekî li dar bixin da ku peyama dostaniyê û biratiyê bidin.
Lêbelê, komên alîgiran di daxuyaniya xwe de tekez kirin ku heta niha ji tu sazî, rêxistin an rayedariyekî piştgiriyek berbiçav ji bo çalakiya fitarê nehatiye wergirtin û ev jî bûye sedema nerazîbûnê û nîqaş ji bo dîtina çareseriyekê berdewam dikin.
Aliyan daxwaz kirin ku mêvanên ji Wanê werin bicihkirin da ku ew bikaribin beriya maçê bi hev re fitareya xwe bikin pêwîst e ruhê hevgirtinê were xurtkirin.
Şîrove