AMÎDA KURDÎ - Serokatiya Koma Partiya AKP li Parlamentoyê, "Pêşnûmeya Qanûna Pêvajoyê" ku ji bo avakirina bingeha yasayî ya pêvajoya çekdanîna PKKyê hatiye amadekirin ji bo îmzekirinê pêşkêşî parlamenteran kir. Tê payîn ku ev pêşniyar heta saet 17:00ê sibê ji aliyê hemû parlamenteran ve were îmzekirin.

Gaveke yekem ber bi rêziknameya qanûnî ve
"Pêşnûmeya Qanûna Pêvajoyê" ya ku ji hêla serokatiya koma parlemanî ve hatiye amadekirin, berî ku bi fermî pêşkêşî Parlamentoyê were kirin, di nav koma parlemanî ya AK Partiyê de ji bo îmzeyan hatiye vekirin.
Daxuyaniyek bi îmzeya Serokê Komê Abdullah Guler hatiye weşandin û wiha hatiye gotin: "Serokatiya Koma me biryar daye ku divê hemû parlamenterên me bê îstîsna 'Pêşnûmeya Qanûna Pêvajoyê' îmze bikin." Di daxuyaniyê de her wiha hatiye destnîşankirin ku pêşnûme li odeya civînê ya Lijneya Rêveberiya Komê ya li Meclîsê ji bo îmzekirinê hatiye amadekirin.
Şîrove