Amîda Kurdî - Sê sed endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji 24 bajaran çûn Enqereyê da ku daxwaza berdana Abdullah Ocalan bikin û ji hikûmetê bixwazin ku di pêvajoya heyî de gavên berbiçavtir werin avêtin. Jinan li navenda giştî ya Partiya DEMê ya li Balgatê li hev civiyan û pişt re li Parka Meclîsê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Di dema daxuyaniyê de, endameke Meclîsa Dayikên Aştiyê wiha axivî: "Nêzîkî du sal in pêvajoyek didome. Abdullah Ocalan her tiştê ku dewletê xwestiye pêk aniye, lê dewletê di van du salan de gavek jî neavêtiye. Aştî divê hewldaneke dualî be, nikare yekalî be. Em daxwaza berdana girtiyên nexweş, valakirina girtîgehan û diyarkirina zelal a statuya Ocalan dikin. Abdullah Ocalan mîmarê vê aştiyê ye. Divê ji bo aştiyê gav bên avêtin. Em her tim alîgirê aştiyê bûne."
Jin dê di du rojên pêş de li Enqereyê "Nobeda Aştiyê" li dar bixin.
Şîrove